PeyamaKurd - Amerîka careke din bang li welatiyên xwe yên li Îranê kir ku "tavilê ji welêt derkevin", bi hinceta metirsiyên ewlehiyê yên berdewam.
Hişyariyek ewlehiyê ya ku ji hêla Balyozxaneya Virtual a Amerîkî li Tehranê ve hatiye weşandin, ji welatiyên Amerîkî xwest ku "planek çêbikin da ku bêyî ku hewcedariya wan bi alîkariya rêveberiya Washingtonê hebe, ji Îranê derkevin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tedbîrên ewlehiyê li Îranê hatine zêdekirin, rê hatine girtin, veguhastina giştî asteng bûye û gihîştina înternetê hîn jî sînordar e.
Di daxuyaniyê de herwiha hat destnîşankirin ku hikûmeta Îranê berdewam gihîştina torên înternetê yên mobîl, sabît û neteweyî sînordar dike û şîrketên hewayî geştên ber bi Îranê ve sînordar kirine an jî betal kirine.
Di dawiyê de hat gotin, "Tavilê ji Îranê derkevin. Planek çêbikin ku ji Îranê derkevin ku ne girêdayî alîkariya hikûmeta Amerîkî be."
Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku heke welatiyên Amerîkî nekarin ji Îranê derkevin, divê ew di hundurê mala xwe de deverek parastî an avahiyek ewle destnîşan bikin, û ji wan re hat şîretkirin ku têra xwe xwarin, av, derman û pêdiviyên bingehîn kom bikin.