PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa el-Sûdanî, di hevdîtinekê de li gel Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot li Bexdayê, bang li civaka navneteweyî kir û diyar kir ku Iraq li ser navê cîhanê berpirsiyariyeke giran di derbarê veguhestina endamên DAIŞê ji Sûriyeyê de hildigire.
Sûdanî pêşwaziya Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot kir, ku îro bi serdaneke fermî li Bexdayê bû.
Li gorî daxuyaniyek ji Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîr, di civînê de ewlehiya herêmî, têkoşîna li dijî DAIŞê û têkiliyên Amerîka-Îranê hatin nîqaşkirin.
Di civînê de, Sûdanî bi taybetî behsa pêvajoya veguhestina terorîstan ji zindanên Sûriyeyê kir û tekez kir ku Iraq li ser navê civaka navneteweyî "berpirsiyariyeke giran" hildigire.
Sûdanî, bi tekezkirina ku ev mijar gefê li ser cîhanê dixwe, got, "Pêdivî ye ku cîhan di vê pêvajoya hesas de alîkariya Iraqê bike û welat berpirsiyariyên xwe yên vegerandina welatiyên xwe bicîh bînin."