PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, îro 6ê Sibata 2026an li Pîrmamê, pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot kir.
Ev hevdîtin di çarçoveya gera dîplomatîk a Barrot de pêk hat ku tê de rewşa dawî ya Sûriyeyê, parastina herêmên Kurdî û peywendiyên dualî hatin nirxandin.
Barrot, beriya vê hevdîtinê, li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re jî civiyabû û her du aliyan tekezî li ser “berfirehkirina hevkariya stratejîk a di navbera Hewlêr û Parîsê de” kiribûn.
Wezîrê Fransî her wiha şeva borî bi şandeyeke payebilind a Rojava re rûnişt ku ji Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî, Fermandara YPJê Rohlat Efrînî û Îlham Ehmed pêk dihat.
Mezlûm Ebdî ragihand ku wan di vê civînê de hûrgiliyên “peymana di navbera HSD û hikûmeta Şamê de ya ku di 29ê Çile de hatiye kirin” gotûbêj kirine. Di lûtkeyên li Hewlêr û Pîrmamê de, mijarên mîna “şerê li dijî bermahiyên DAIŞê” û ewlehiya zindanên çekdarên terorîst wekî pêşîniyên sereke hatin nîqaşkirin.