Sûriye | Li Humsê endezyarek mirî hat dîtin

Dîroka Weşanê :
Sûriye | Li Humsê endezyarek mirî hat dîtin

PeyamaKurd- Li herêmên di bin kontrola hikûmeta veguhêz de rewşa ewlehiyê her ku diçe xirabtir dibe û alozî li bajarê Humsê gihîştiye asteke metirsîdar.

Hate ragihandin ku li taxa Sebîl, endazyar Usma Xidor ê ku roja Sêşemê ji aliyê komên çekdar ve hatibû girtin, tevî sozên çekdaran ên ji bo berdana wî, cenazeyê wî hat dîtin.

Li gorî zanyariyan, li taxa Dahiyet El Welîd ciwanê bi navê Wail Foanî dema ku dikana xwe digirt, rastî êrîşa çekdaran hat û jiyana xwe ji dest da.