Erdogan bi Nicolas Maduro re civiya

Dîroka Weşanê :
Erdogan bi Nicolas Maduro re civiya

PeyamaKurd – Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro re bi rêya telefonê axivî.

Li gorî daxuyaniyekê ku li ser hesabê medyaya civakî yê Rêveberiya Ragihandinê ya Serokatiya Tirkiyê hatiye weşandin, di hevdîtinê de têkiliyên dualî yên di navbera Tirkiye û Venezuelayê de û herwiha mijarên herêmî hatine nîqaşkirin.

Serokê Tirkiyê Erdogan ji Serokê Venezuelayê Maduro re gotiye ku ew ji nêz ve pêşketinên li herêma xwe dişopînin û Tirkiye bawer dike ku pirsgirêk dikarin bi diyalogê werin çareserkirin, helwestek ku wan li ser her platformê diyar kiriye.

Erdogan diyar kiriye ku girîng e ku rêyên diyalogê yên di navbera Amerîka û Venezuelayê de vekirî bimînin û hêviya xwe anî ziman ku rageşî di zûtirîn demê de kêm bibe.