PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu got ku artêşa Îsraîlê ji başûrê Sûriyeyê venakişe.
Netanyahu di konferansekê de ku balyoz, serokên mîsyonan û rayedarên Wezareta Karên Derve yên Îsraîlê beşdar bûn, axivî.
Netanyahu destnîşan kir ku artêşa Îsraîlê ji Çiyayê Hermon û Bilindahiyên Golan ên li başûrê Sûriyeyê, ku ew yekser piştî hilweşîna rejîma Esed ketine nav wan, venakişe û got, "Em dixwazin van milkên xwe biparêzin."
Netanyahu îdia kir ku ew hêvî dikin ku bi hikûmeta Şamê re lihevkirinek çêbikin ku wê alîkariya bêçekkirina başûrê Sûriyeyê û "lênêrîna" Durzî bike.