Erdoğan Erebistana Sa’ûdî û Misrê ziyaret dike

Dîroka Weşanê :
Erdoğan Erebistana Sa’ûdî û Misrê ziyaret dike

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di 3 Sibatê de seredana Erebistana Sa’ûdiyê û di 4ê Sibatê de seredana Misrê dike.

Serokê daîra dayîn û sitendinan yê serokkomariya Tirkiyê Burhanettin Duran di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku Erdoğan li ser daweta welîehdê Erebistana Sa’ûdiyê li ser daweta Muhammed bin Selman dê here Riyadê.

Li Erebistanê wê her dû lîder li ser kûrkirina tekiliyên her dû deweletan, mijarên herêmê û navdewletî biaxifin.

Piştî Riyadê wê Erdoğan li ser daweta serokê Misrê Abdulfettah Sîsî here Qahîrê û tev lî civîna 2em ya konseya hevkariya stratejik ya navbera Tirkiye-Misrê bibe.

Li Misrê, wê Erdoğan bi Sîsî re li ser Xezzayê, bazirganiya navbera Misrê û Tirkiyê, mijarên herêmê, Derya Sipî û gelek mijarên din biaxifin.