PeyamaKurd – Li bajarê Bedlîsê li navçên Motka û Hîzanê barana ku bariya bû sedem ku aşît û zinar ji jor de bikevin nava rêyên gundan û rê bên girtin.
Tîmên vekirina rê xebitîn da rêyan vekin û xebata wan dewam dike. Li Hîzanê rêya gundên wekî (Kuran) Erencik- (Girvîs (Ekintepe) – (Korsûnç) Karbastı, Çayır-Yerkıran-Bozpınar, Nuh, Akşar-Ağılözü-Ballıca û Keçeli hatin girtin. Mixabin navên hinek gundan yên Kurmancî nehatin ragihandin.
Li navça Motka jî rêya gundê Arpî (Ballı) û grûba Poxnûd (Kovanlı) yê bi heman sedeman hat girtin lê xebat hene da rêyan vekin.