Li deriyê sînorê Lîbya-Nîjerê 3 leşker hatin kuştin

Dîroka Weşanê :
Li deriyê sînorê Lîbya-Nîjerê 3 leşker hatin kuştin

PeyamaKurd – Li deriyê sînorê navbera Lîbya û Nîjerê di êrîşa grûbekî de 3 leşker hatin kuştin. Grûba ku li deriyê et-Tumê de êrîşê ser leşkeran kiriye ya bi navê “Şoreşgerên Başûr”e û di êrîşê de gelek leşker jî birîndar bûne.

Ji aliyê Lîbya de hêzên Hafter car din deriyê sînor yê navborî xist destê xwe. Agahiya bûyerê ji aliyê fermandariya hêzên Hafter de hat dayîn.

Şoreşgerên Başûr sedema êrîşa xwe ragihandin ku ji ber ku hêzên Hafter di derî de karê qaçaxê dikin êrîş birine ser derî û demekî derî xistin destê xwe.

Piştî hêzên Hafter car din derî xistin destê xwe, grûba çekdar reviyayê nava Nîjerê.