PeyamaKurd – Dozgerên li dijî-terorê yên Fransî, ji ber fînansekirina DAIŞê li Sûriyeyê, ji bo şirketa çîmentoyê Lafarge cezayên giran xwestin. Dozgeriyê daxwaza 1.125 milyar euro cezayê pereyan kir.
Herwiha ji bo berpirsan jî zindan hat xwestin:
Lafarge bi wê yekê tê tawanbarkirin ku di navbera 2013-2014an de, ji bo ku kargeha xwe ya li Rojavayê Kurdistanê ranewestîne, bi milyonan euro pere daye rêxistinên terorîst.