PeyamaKurd- Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed eşkere kir ku Pêşmergeyan bi bexşîna xwînê ji bo nexweşên talasemyayê, wateyeke mezintir dane Roja Alaya Kurdistanê û ev roj bi vê bexşa hêja pîroz kirine.
Bi boneya Roja Ala Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê kempanyayeke xwînbexşînê ji aliyê Hêzên Pêşmerge û welatiyan ve ji bo nexweşên talasemyayê hat birêvebirin.
Di dema kampanyayê de Dr. Dilovan Mihemed da xuyakirin: "Îro rojeke dîrokî û pîroz e ji bo tevahiya gelê Herêma Kurdistanê. Birayên me yên Pêşmerge bi bexşîna xwînê bo nexweşên talasemyayê, ev roj pîroztir kirin, ji ber ku ev nexweş gelek caran rastî pirsgirêka peydakirina xwînê tên."
Derbarê dabînkirina derman û pêdiviyên bijîşkî ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve, Rêveberê Tenduristiya Hewlêrê rexne li Bexdayê girtin û got: "Li gorî budçeya serweriyê, divê wekî parêzgehên din ên Iraqê bê cudahî derman ji me re bên şandin. Lê ew tiştên tên têr nakin, yan jî kalîteya wan ne baş e û ji bo bikaranînê ne guncaw in."
Dr. Dilovan da zanîn, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo çareserkirina vê arîşeyê, budçeyek taybet ji bo nexweşên talasemyayê terxan kiriye û valahî tijî kiriye.
Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Hewlêrê mizgîniyek da nexweşan û got: "Li ser raspardeya Serokwezîr, 130 nexweş dê neştergeriya çandina moxê (mêjiyê hestî) ji wan re bê kirin. Bi vê yekê ew ê bi temamî ji nexweşiyê rizgar bibin û êdî pêdiviya wan bi xwînê namîne."
Pêşmergeyekî beşdarê kampanyayê jî K24ê re daye xuyakirin: "Çawa ku me her dem bi xwîna xwe ax û xelkê Kurdistanê parastiye, îro jî di vê roja pîroz de em bi bexşîna xwînê xizmeta xelkê xwe dikin."