PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 17ê Kanûnê di merasîma Roja Ala Kurdistanê de gotarek pêşkeş kir û got, ew dixwazin alaya Kurdistanê her tim peyama aştiyê bigihîne hemû cîhanê.
Li Serokatiya Herêma Kurdistanê bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Roja Alaya Kurdistanê bi merasîmeke taybet ji bo bilindkirina Alaya Kurdistanê hat pîrozkirin.
Nêçîrvan Barzanî di merasîmê de axivî û got: "Ev roj, roja rêzgirtina li wan hemû şehîdan e ku di rêya parastina ax û rûmeta Kurdistanê de canê xwe feda kirine. Ala, nîşana xebat û qurbanîdana bêdawî ya gelê Kurd e. Em dixwazin alaya me her tim peyama aştiyê, pêkvejiyanê û aramiyê bigihîne hemû aliyan."
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku Alaya Kurdistanê sembola yekîtiyê û nasnameya gel e û bi xwîna şehîdan hatiye parastin û îro bûye cihê şanaziya hemû Kurdistaniyan û wiha axivî: "Alaya Kurdistanê nasnameya gelê Kurdistanê ye û sembola raborî û paşeroja me ye. Ev ala, hemû bîr û rayên ciyawaz, hemû pêkhateyên olî û neteweyî yên li Kurdistanê li jêr sîwana xwe kom dike. Hêza me di yekîtî û pêkvejiyana me de ye. Erkê me ye ku em vê alayê bilind rabigirin û welatê xwe ber bi paşerojeke geştir ve bibin."
Serokê Herêma Kurdistanê di beşeke din a axaftina xwe de amaje bi girîngiya pêşketin û zanistê kir û got: "Kurdistan bi zanist û zanînê tê avadan. Em dixwazin welatê xwe bi pêş bixin û bikin nimûneyeke geş a aramî û pêşketinê li herêmê. Em dixwazin alaya me peyama aştiyê bide. Kurdistan wekî her tim dê bibe faktora aramiyê û pira lihevtêgihiştinê.”
Barzanî dawiyê jî got: “Silav û rêz ji bo Pêşmergeyên me yên qehreman ku parêzerên vê ax û alayê ne. Em sozê didin ku her tim parêzerên yekrêzî û destkeftên xwe bin û alaya Kurdistanê her li ba bihêlin. Bilind û li ba be, alaya pîroz a Kurdistanê.”