Fuad Husên bi hevtayê xwe Hakan Fîdan re civiya

Dîroka Weşanê :
Fuad Husên bi hevtayê xwe Hakan Fîdan re civiya

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan li Dohayê bi Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên re civiya.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên Wezareta Derve ya Tirkiyê hatine bidestxistin, Wezîr Fîdan bi hevtayê xwe yê Iraqî Husên re civiya.

Di hevdîtinê de, mijarên ewlehiya herêmî, herwiha têkiliyên aborî û mijarên enerjiyê yên di navbera her du welatan de hatin nîqaşkirin.