Hêzên Amerîkayê li Tedmûrê operasyon kir: 3 kes hatin girtin

Dîroka Weşanê :
Hêzên Amerîkayê li Tedmûrê operasyon kir: 3 kes hatin girtin

PeyamaKurd- Piştî êrîşa şeva borî ya ser hêzên Amerîkayê yên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, li bajarê Tedmûr ê Palmîraya Sûriyê operasyonek hate encamdan.

Hate ragihandin ku hêzên Amerîkî li Tedmûrê bi balafiran bombeyên roniyê avêtin û paşê derbasî taxên Wadî û Cimhûriye bûn.

Li gorî zanyariyan, operasyonê nêzî 2 demjimêran berdewam kir û herî kêm 3 kes hatine girtin.