Hûsiyan piştî 9 mehan îtîraf kir: Fermandarên me yên mûşek û dronan hatine kuştin

Dîroka Weşanê :
Hûsiyan piştî 9 mehan îtîraf kir: Fermandarên me yên mûşek û dronan hatine kuştin

PeyamaKurd – Tevgera Hûsiyan a li Yemenê, ku ji aliyê Îranê ve tê piştgirîkirin, bi daxuyaniyeke fermî ragihand ku çend fermandarên wan ên herî payebilind di meha Adarê de di êrîşên asmanî yên Amerîkayê de hatine kuştin. Hûsiyan ev agahî nêzîkî 9 mehan ji raya giştî veşartibûn.

Di nav wan kesan de ku hatine kuştin, navên wekî Serleşker Zekeriya Abdullah Yahya Hacer (Fermandarê hêzên dronan) û Serleşker Mihemed Xalid el-Heyfî (Serokê operasyonên mûşekan) hene. Hat diyarkirin ku ev fermandar bi pisporên Pasdarên Şoreşê yên Îranê re di têkiliyê de bûn û di pêşxistina teknolojiya mûşekî ya Hûsiyan de xwedî roleke sereke bûn. Merasîma cenazeyê van fermandaran îro li bajarê Sana’ayê tê lidarxistin.