PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, heta saet 06:00ê dem daye komên çekdar ên hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku şer rawestînin.
Li gorî çavkaniyeke medya Lubnanî, şer û pevçûn piştî herêma Tebqayê ku dikeve rojavayê Çemê Feratê, dê rawestin.
Çavkaniyê diyar kir ku artêşa Şamê deverên rojavayê Feratê kontrol kirine û ev piştî girtina Dêr Hafir, Meskene, Balafirgeha Leşkerî ya Cîrahê û Dibsî Efnanê hatiye.
Ev şer çend demjimêran piştî biryara Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ya vekişîna rojhilatê Feratê hat lê belê her du alî rûbirûyî hev bûn.
HSD dibêje ku hêzên hikûmeta Sûriyeyê "îxanet" li wan kiriye û êrîşî wan kiriye.
HSDê hikûmeta Şamê û hêzên navneteweyî wekî "berpirsyarên" ewlehî û jiyana şervanên dorpêçkirî nîşan dan û xwest ku ewlehiya wan were misogerkirin heta ku digihêjin herêmên Rêveberiya Xweser.