Mistefa Hicrî: Em ji bo her guherînekê û hilweşîna rejîma Îranê amade ne

Dîroka Weşanê :
Mistefa Hicrî: Em ji bo her guherînekê û hilweşîna rejîma Îranê amade ne

PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) Mistefa Hicrî, di hevpeyvînekê de ji bo televîzyona CBS a Amerîkî ragihand ku ew wek hêzên Kurdî ji bo her cure guhertin û hilweşîna rejîma Îranê di amadebaşiyê de ne.

Hicrî bal kişand ser xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê û diyar kir ku hêzên wan ên Pêşmerge, ku beşeke zêde ji wan jin in, li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê perwerde dîtine û li benda dema guncav in ku rûbirûyê desthilatdariya olî ya Komara Îslamî bibin.

Hicrî helwesta guherbar a Trump rexne kir

Tevî amadebaşiya leşkerî, Mistefa Hicrî destnîşan kir ku şandina hêzên çekdar bo navxweya welat di vê demê de dibe ku bibe hincet ji bo rejîmê ku zêdetir gel qir bike. Hicrî rexne li helwesta guherbar a Serok Trump girt û diyar kir ku heta piştgiriyeke navneteweyî ya xurt nebe, bi tenê bi hêza kolanan hilweşandina rejîmê zehmet e. Li gorî Hicrî, eger Amerîka navendên tepeserker û saziyên "dadwerî" yên rejîmê bike armanc, wê demê hilweşîna pergalê dê nêzîktir bibe, lê niha hîn dema biryareke wiha ya leşkerî nehatiye.

Armanca Kurdan paşeroja demokratîk e

Di dawiya daxuyaniyên xwe de, Hicrî tekez kir ku PDKÎ têdikoşe da ku Kurd û neteweyên din ên li Îranê di bin sîwana qanuneke demokratîk de bijîn û mafê xwendina bi zimanê dayikê bi fermî were naskirin. Wî diyar kir ku zêdetirî 12 hezar kes di xwepêşandanên dawî de hatine kuştin û ev nîşana krîza kûr a rejîmê ye. Her çend niha rejîmê bi tundûtûjiyê serhildan hinekî dabexistibe jî, Hicrî destnîşan kir ku opozîsyon li cihê xwe amade ye û heta gihîştina mafên rewa dê li bendê bin û têkoşîna xwe bidomînin.