HSD: Plan dikin bi 100 hezar çekdaran êrîşî Rojavayê Kurdistanê bikin

Dîroka Weşanê :
HSD: Plan dikin bi 100 hezar çekdaran êrîşî Rojavayê Kurdistanê bikin

PeyamaKurd- Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku planeke berfireh ji bo êrîşkirina li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê (Rojavayê Kurdistanê) di dorê de ye û zêdetirî 100 hezar çekdar hatine komkirin.

Berdevkê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî eşkere kir: “Hikûmeta demkî hêzên xwe li derdora bakur û rojhilatê Sûriyeyê belav kirine û israr dike ku çarçoveya êrîşên xwe berfireh bike.”

Ferhad Şamî got: “Niha zêdetir ji 100 hezar çekdarên kirêgirtî, ku ji çekdarên girêdayî hikûmeta demkî, kirêgirtiyên din û çekdarên DAIŞê pêk hatine, êrîşî deverê dikin “ û diyar kir, hêzên HSDê nesekinîne û bi dehan karwanên leşkerî yên wan çekdaran kirine armanc.

Şamî, rexne li helwesta civaka navneteweyî li ser parastina girtîgehan kir û da zanîn: “Hêzên navneteweyî berpirsiyariya êrîşên li ser girtîgehên DAIŞê wernagirin.”