PeyamaKurd- Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, li demeke ku êrîşên hêzên Şamê her ku diçe li ser herêmên kontrola wan zêde dibin, daxuyanî da û ragihand ku hewldanên agirbestê bi navbeynkariya aliyên navnetewî berdewam dikin.
Mezlûm Ebdî, di peyama xwe de ji gel xwest ku li dorê şervanên xwe bi wêrekî kom bibin.
Ebdî wiha got: “Em ji gelê xwe re radigihînin ku hewldanên me yên aştî û agirbestê bi aliyên navnetewî re berdewam dikin. Ji ber vê jî em bang li gelê xwe dikin, li dor şervanên me bi wêrekî kom bibin û mil bidin wan.”