PeyamaKurd- Piştî hilbijartinên 11ê Mijdarê di rûniştina yekem a îro 29ê Kanûnê ya Parlamentoya Iraqê de, berbijarê Partiya Teqedum Heybet Helbûsî, bi wergirtina 208 dengan wekî Serokê nû yê parlamentoyê hat hilbijartin.
309 parlamenter beşdarî dengdanê bûn, piştî vekişîna Musenna Samerayî, pêşbazî di navbera sê namzedan de birêve çû. Helbûsî bi dengdana nehênî û piştî hejmartina eşkere ya dengan, karî bibe serokê nû yê xula şeşemîn a Parlamentoya Iraqê.
Wê Cîgirê Serok ê Kurd bê hilbijartin
Piştî diyarbûna serok, niha çav li hilbijartina her du cîgirên serokatiyê ne. Li gorî dabeşkirina siyasî û mezhebî ya li Iraqê, cîgirê yekem pişka pêkhateya Şîe ye ku hîn li ser navekî li hev nehatine.
Cîgirê duyem jî pişka pêkhateya Kurd e û Şaxewan Ebdullah wekî berbijarê fermî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo vê postê hatiye diyarkirin.
Parlamentoya Iraqê ji 329 kursiyan pêk tê û ji bilî desteya serokatiyê, 25 komîsyonên mayînde karên yasayî û çavdêriyê birêve dibin. Li gorî sîstema kotayê, 9 kursî ji bo kêmneteweyan hatine veqetandin û herwiha divê rêjeya jinan di parlamentoyê de ji sedî 25 (nêzîkî 83 kursiyan) kêmtir nebe. Bi hilbijartina serokê nû, tê çaverêkirin ku karên parlamentoyê bikevin qonaxeke nû.
Heybet Helbûsî kî ye?
Heybet Helbûsî, ku wekî Serokê xula şeşemîn a Parlamentoya Iraqê hat hilbijartin, di sala 1980î de li parêzgeha Enbarê ji dayik bûye. Wî xwendina xwe ya bilind li Bexdayê temam kiriye û ji Beşa Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Mustensîriye mezun bûye; herwiha di heman beşî de pileya masterê jî wergirtiye.
Di kariyera xwe ya siyasî de, Helbûsî di xulên çarem û pêncem ên parlamentoyê de Serokatiya Komîsyona Neft û Enerjiyê kiriye. Di xula pêncem de, di heman demê de serokatiya fraksiyona Partiya Teqedum a li parlamentoyê girtiye ser milê xwe. Heybet Helbûsî wekî berbijarê parêzgeha Enbarê beşdarî hilbijartinan bû û bi bidestxistina zêdetirî 51 hezar dangan kursiya xwe ya li parlamentoyê parast.