Hilbijartina Cîgirê Duyemîn ê Serokê Parlamentoya Iraqê ber bi gera sêyem ve diçe

Dîroka Weşanê :
Hilbijartina Cîgirê Duyemîn ê Serokê Parlamentoya Iraqê ber bi gera sêyem ve diçe

PeyamaKurd – Gera duyemîn a dengdanê ji bo destnîşankirina Cîgirê Duyemîn ê Serokê Parlamentoya Iraqê jî encamek dernexist. Ji ber ku tu namzedan piraniya mutleq a pêwîst bi dest nexist, hilbijartin wê ber bi gera sêyem ve biçe.

Di gera duyemîn a dengdanê ya li parlamentoyê de, Rebwar Kerîm 156 deng, Şexewan Ebdullah jî 102 deng wergirt. 22 deng jî nederbasdar hatin hesibandin.

Li gorî rêziknameyên parlamentoyê, ji bo ku namzedek were hilbijartin, divê herî kêm 165 deng bistîne. Di gera yekem de, Rebwar Kerîm 153 deng û Şexewan Ebdullah jî 119 deng wergirt.

Wezîr Rekanî: Pirsgirêk Hem Siyasî û Hem jî Kesane ye

Piştî gera yekem a dengdanê, Wezîrê Nûavakirin û Xanîkirinê yê Iraqê, Bengîn Rekanî (KDP), civîneke çapemeniyê li dar xist û li ser pêvajoyê şîrove kir.

Rekanî, ku bi partiyên siyasî yên li parlamentoyê re hevdîtinan dike, got, "Civînên me bi hemû partiyan re berdewam dikin, lê nêrînên cuda hene. Pirsgirêk ne tenê siyasî ye; sedemên wê yên kesane û gelek sedemên din jî hene."

Rekanî pêşbînî kir ku pêvajo dirêj bibe û wiha got:

"Bi raya min, ev pêvajo îşev temam nabe. Di vê gera hilbijartinê de kes nayê hilbijartin û dengdan dê biçe gera sêyemîn, an jî çaremîn. Ji ber vê yekê, ez îşev encamek hêvî nakim; civîn wê berdewam bike."

Tê payîn ku dengdana ji bo diyarkirina Cîgirê Duyemîn ê Serokê Parlamentoya Iraqê îro pêk were.