Laziqiye: Şêx Xezal Xezal hişyariya şerê navxweyî dide

Dîroka Weşanê :
Laziqiye: Şêx Xezal Xezal hişyariya şerê navxweyî dide

PeyamaKurd – Li bajarê Laziqiyeyê yê beravê Sûriyê, piştî êrîşên li ser karsazî û milkên Elewiyan, Serokê Encumena Bilind a Îslamî ya Elewî, Şêx Xezal Xezal hişyariyeke lezgîn da. Xezal bang li civaka Elewî kir ku nekevin nav "xefika şerê navxweyî", hêrsa xwe kontrol bikin û li malên xwe bimînin da ku rê li ber provokasyonan bigirin.

Ev alozî piştî xwepêşandanên ji bo daxwaza federasyonê û zextên hêzên ewlehiyê yên hikûmetê zêde bû. Niha li Laziqiyeyê tedbîrên ewlehiyê yên tund hene û metirsiya pevçûnan berdewam dike.