Li Rojhilatê Deryaya Spî hevpeymaniya nû: Îsraîl, Yewnanistan û Qibris hêzeke hevbeş dê ava bikin

Dîroka Weşanê :
Li Rojhilatê Deryaya Spî hevpeymaniya nû: Îsraîl, Yewnanistan û Qibris hêzeke hevbeş dê ava bikin

PeyamaKurd – Îsraîl, Yewnanistan û Qibrisa Başûr ji bo sala 2026an plana hevkariya leşkerî ya sêalî îmze kirin. Ev peymana stratejîk avakirina hêzeke "bersivdana bilez" û lidarxistina tetbîqatên mezin li Rojhilatê Deryaya Spî dihewîne.

Li gorî peymana ku li paytexta Qibrisê Nîkosyayê hat îmzekirin, sê welat li ser avakirina hêzeke hevbeş a ji 2 hezar û 500 leşkeran pêk tê, li hev kirin. Tê plankirin ku 1,000 leşker ji Îsraîlê, 1,000 leşker ji Yewnanistanê, 500 leşker ji Qibrisa Başûr dê beşdarî vê hêzê bibin.

Ev hêz wekî yekîneyeke daîmî nayê sêwirandin; armanc ew e ku di rewşên krîzê de li ser bejahî, derya û hewayî bi lez were belavkirin û midaxele bike.

Medyaya Îsraîlî, bi taybetî rojnameya Jerusalem Post balê dikişîne ku ev destpêşxerî beşek ji hewildaneke berfirehtir e ku armanc dike çalakiyên leşkerî û stratejîk ên Tirkiyeyê yên li Rojhilatê Deryaya Spî asteng bike. 

Hêzên Parastina Îsraîlê (IDF) ragihand ku ev hevpeyman dê îstîqrar û ewlehiya herêmê xurt bike. Ev gava leşkerî piştî lûtkeya sêalî ya di navbera Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahû, Serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis û Serokkomarê Qibrisê Nikos Christodoulides de hat avêtin.