Îsraîlê êrîsî Beyrûdê kir!

Dîroka Weşanê :
Îsraîlê êrîsî Beyrûdê kir!

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku yek ji fermandarên herî navdar ên Hizbullahê di êrîşeke li ser taxa Hreyk a li başûrê Beyrûdê de bûye hedef.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee, di daxuyaniyekê de li ser platforma medyaya civakî ya şîrketa X a li Amerîkayê, diyar kir ku wan êrîşeke li ser navçeya Dahiye ya Beyrûdê kiriye û îdia kir ku êrîş kesayetekî payebilind ê Hizbullahê kiriye hedef.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Lubnanê NNA ragihand ku di êrîşên li ser navçeya Dahiyeyê de gelek kes birîndar bûne û ziyana madî ya girîng çêbûye.

Hat ragihandin ku di êrîşê de avahiyek li taxa Hreyk bi sê roketan hatiye hedefgirtin û gelek ambulans ji bo herêmê hatine şandin.

Di vê navberê de, ji êrîşê ve wesayîtên hewayî yên bêmirov (UAV) li bilindahiyên nizm li ser Beyrûtê difirin.

Di daxuyaniyek nivîskî ya ku ji hêla Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ve hatiye dayîn de, hat gotin ku li gorî raporên destpêkê, di êrîşê de kesek miriye û 21 kes birîndar bûne.