Ji Îranê pêngava bilindkirina ragesiyê: Mosekên balîstîk avêtin Deryaya Omanê

Dîroka Weşanê :
Ji Îranê pêngava bilindkirina ragesiyê: Mosekên balîstîk avêtin Deryaya Omanê

PeyamaKurd- Di roja duyemîn a tetbîqata Hêzên Deryayî yên Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê ya bi navê "Şehîd Mihemed Nazerî" de ku duh dest pê kiribû, armancên li Deryaya Omanê bi moşekên balîstîk û yên seyrê yên menzîl-dirêj, bi awayekî hevdem pêk hatin.

Tetbîqata navborî ya ji aliyê Hêzên Deryayî ve li Kendava Basrayê hatibû destpêkirin, di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike.

Di daxuyaniya ku hêzên deryayî yên Îranê de, hate ragihandin ku di qonaxa duyemîn a manewrayên îro de, li Kendava Basrayê, Tengava Hurmizê û Deryaya Omanê gelek moşekên balîstîk û yên seyrê yên menzîl-dirêj û bi hesasiyeteke bilind hatine avêtin.

Hate destnîşankirin ku moşekên Qadir-110, Qadir-380 û Qadir û moşeka balîstîk a 303, ji cihên cuda yên hundirê welêt hatin avêtin û hemî armancên ku berê li Deryaya Omanê hatibûn destnîşankirin, bi awayekî hevdem û bi isabeteke bilind îmha kirin.

Di roja yekemîn a manewrayê de, hatibû gotin ku sîstemên berevaniya hewayî yên pêşketî yên bi navên "Newwab", "Mecîd" û "Mîsaq" hatine bikaranîn û moşekên bi mebesta çavdêrî, êrîş û şopandinê, Pêşketinên Hewayî yên Bêmirov û hêmanên şerê elektronîk hatine xebitandin.

Herwiha, hat ragihandin ku di dema tetbîqatê de, ji aliyê Deryavaniya Pasdarên Şoreşê ve peyama hişyariyê ji keştiyên şer ên Amerîkî yên ku li herêmê bûn re hatiye şandin.