Li Sino ya Rojhilat di du rojan de 5 Kurd hatin girtin

Dîroka Weşanê :
Li Sino ya Rojhilat di du rojan de 5 Kurd hatin girtin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku hêzên Îranê di nava du rojên borî de, li bajarê Şinoyê yê Rojhilatê Kurdistanê 5 welatî desteser kirin.

Li gorî raporên rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê, doh welatiyê bi navê Şoreş Serûtê xelkê gundê Nelîwanê yê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li mala xwe hatiye desteserkirin.

Heman rojê Hesen Şadîxwazê xelkê gundê Sînganê yê heman bajarî jî ji aliyê hêzên Îtlaatê ve li mala xwe hatiye desteserkirin û ber bi cihekî nediyar ve hatiye birine.

Pêr jî 3 welatiyên din ên xelkê Şinoyê yên bi navên Îsmaîl Seyîd Mehmûdiyan, Hêriş Perniya û Şiwan Îbrahîmî jî hatibûn desteserkirin.

Heta niha derbarê sedema desteserkirin û cihê wan 5 welatiyên Kurd de ti zanyarî nehatine belavkirin.