Li Almanyayê pêsnûmayasaya leskeriya neçarî hate pejirandin

Dîroka Weşanê :
Li Almanyayê pêsnûmayasaya leskeriya neçarî hate pejirandin

PeyamaKurd- Meclîsa Federal a Almanyayê pêşnûmayasayek qebûl kir ku di qonaxa yekem de li ser bingeha dilxwaziyê ye, lê heke hejmara personelên têr neke wê welatî di çarçeveya leşkeriya neçarî tevlî artêşê bibin.

Li gorî pêşnûmayasayê ji 1ê Tîrmeha 2027an pê ve, ji bo hemû mêran wê pişkinîna leşkeriya neçarî bê kirin.

Sîstema nû ya leşkeriyê, ku bûbû sedema qeyranê di navbera Partiyên Yekîtiya Xiristiyan (CDU/CSU) û Partiya Sosyal Demokratan (SPD) yên ku di hikûmeta koalîsyonê ya Almanyayê de cih digirin, di Meclîsa Federal de piştî demek dirêj ku li benda gotûbêjê bû, çûr ber dengdanê.

Pêşnûmayasaya sîstema leşkeriya nû ya ku ji bo zêdekirina hejmara leşkerên di artêşa Almanyayê de di qonaxa destpêkê de li ser bingeha dilxwazî ye, bi dengê 323 parlamenteran hate qebûlkirin.

272 parlamenter li dijî pêşnûmayasayê deng dan û parlamenterek jî bêalî ma. Armanc ew e ku ev biryar di vê mehê de ji Meclîsa Nûnerên Eyaletan (Bundesrat) derbas bibe û di 1ê Çileya 2026an de bikeve meriyetê.