PeyamaKurd- Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron derbarê geşedanên dawî yên li Sûriyeyê û êrîşên hêzên Şamê yên ser HSDê de peyameke girîng belav kir.
Macron bang li hikûmeta Sûriyeyê kir ku êrîşên xwe rawestîne û destnîşan kir ku aramiya welat bi entegrasyona HSD’ê pêkan e.
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, di peyama xwe ya ser Xê de bal kişand ser rola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û diyar kir ku çareserî ne di şer de, di diyalogê de ye.
'HSD hevalbendê me yê li dijî DAIŞ’ê şer kiriye'
Macron diyar kir ku avakirina Sûriyeyeke yekgirtî û bi îstîqrar, bi rêya entegrasyona HSD’ê ya di nav sîstema welat de derbas dibe. Serokomarê Fransayê bi bîr xist ku HSD’ê li gel wan li dijî DAIŞ’ê şer kiriye û got: "Aramî ne bi şerê li dijî kesên ku li rex me bi DAIŞ’ê re şer kirine, lê bi entegrasyona wan a di nav sîstema Sûriyeyê de pêkan e."
Macron nerazîbûnek tund nîşanî operasyonên leşkerî yên hikûmeta Sûriyeyê da û wiha dewam kir: “Divê êrîşên rayedarên Sûriyeyê tavilê bi dawî bibin. Fransa û Ewropa nikarin piştgiriyê bidin nêzîkatiyeke bi vî rengî ya leşkerî.
Serokomarê Fransayê biryarnameya serokatiyê ya ku derbarê mafên Kurdan de hatibû weşandin wekî "gaveke di rêya rast de" nirxand got ku peymaneke giştî û berfireh mimkun e û ew wek "welatekî dostê gelê Sûriyeyê" amade ne piştgiriyê bidin pêvajoya muzakereyan.
Macron di dawiya peyama xwe de dubare kir ku ew ê ji bo parastina yekparêziya axa Sûriyeyê û serkeftina pêvajoya aştiyê hewildanên xwe bidomînin.