PeyamaKurd- Hate ragihandin ku şev borî komeke jinên girêdayî DAIŞê li kampa Holê hewl dan birevin, lê hêzên ewlekariya Rojavayê Kurdistanê ew hewldana revê têk birin.
Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) ên li kampa Holê ya li başûrê bajarê Hesekê, hewldaneke reva jinên girêdayî DAIŞê yên ji neteweyên cuda û biyanî ji beşa koçberan, hatiye têkbirin.
Rêveberiya kampa Holê daye zanîn, hewldana reva bi rêya qaçaxçiyan, roja Çarşemê derengiya şevê pêk hatiye ku xwestine ji hewaya mij sûdê wergirin.
Rêveberiya kampê da xuyakirin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn hewldana revê têk bir û di encamê de 18 kes hatin girtin.