Kanada: Sûriye û HTS ji lîsteya terorê hatin derxistin

Dîroka Weşanê :
Kanada: Sûriye û HTS ji lîsteya terorê hatin derxistin

PeyamaKurd – Hikûmeta Kanadayê bi daxuyaniyekê ragihand ku Sûriye ji lîsteya “dewletên piştgiriya terorê dikin” hatiye derxistin. Her wiha Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ), ku rola sereke di rûxandina rejîma Esed de lîstibû, ji lîsteya rêxistinên terorîst hat paqijkirin.

Di daxuyaniya hikûmetê de hat diyarkirin ku ev pêngav ligel welatên wekî Brîtanya û Amerîkayê hatiye avêtin. Hikûmetê got: “Ev tedbîr li gorî biryarên dawî yên ku ji hêla hevalbendên me ve... hatine girtin in.”


Kanadayê destnîşan kir ku armanc piştgiriya hikûmeta veguhêz a Sûriyê ye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev biryar “li dû hewldanên hikûmeta veguhêz a Sûriyê ne ji bo pêşxistina aramiyê... û avakirina paşerojeke ewle” hatiye dayîn.