Kestiya balafirhilgir a Amerîkî Ford gihîst Karayîban: Hêza taybet a 12,000 kesan kete herêmê

Dîroka Weşanê :
Kestiya balafirhilgir a Amerîkî Ford gihîst Karayîban: Hêza taybet a 12,000 kesan kete herêmê

PeyamaKurd – Keştiya balafirhilgir a herî pêşketî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê USS Gerald R. Ford, digel filoya mezin û 12,000 personelên leşkerî, gihîşt Deryaya Karayîban.

Di demekê de ku Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ragihand ku ev operasyona bi navê "Tîra Başûr" armanc dike ku li herêmê li dijî bazirganiya narkotîkê şer bike, Venezuelayê bi tundî bertek nîşan da û komkirina leşkerî wekî "taktîkek zextê" dît.

Li gorî daxuyaniyek ji Hêzên Deryayî yên Amerîkayê, koma êrîşê ya Ford, ku balafirên şer û keştîyên moşekî dihewîne, roja Yekşemê sibehê ji Tengava Anegada ya nêzîkî Giravên Virgin ên Brîtanî derbas bû.

Fermandarê hêza taybet Paul Lanzilotta diyar kir ku keştiya balafirhilgir wê piştgiriyek zêde bide filoya Amerîkî ya li herêmê "ji bo parastina ewlehî û serfiraziya neteweya me li dijî terorîzma narkotîkê li Nîvkada Rojava."

Îdiayên şerê madeyên hişbir û nîgeraniyên Venezuelayê

Artêşa Amerîkayê ragihand ku ji meha Îlonê ve di 20 operasyonên ku li dijî qeyikên piçûk ên ku bi bazirganiya madeyên hişbir têne tawanbarkirin li Deryaya Karayîb û Okyanûsa Pasîfîk hatine kirin de herî kêm 80 kes hatine kuştin.

Rêveberiya Trump îdia dike ku operasyona keştîyên şer armanc dike ku herikîna madeyên hişbir rawestîne. Lêbelê, delîlên berbiçav ên ku piştgirî didin îdiayên wê yên ku mirovên di qeyikan de hatine kuştin "terorîstên madeyên hişbir" bûn, hîn nehatine eşkerekirin.

Serok Trump diyar kir ku ew ê operasyonên leşkerî berfireh bike û "pêşî li ketina madeyên hişbir bi rêya bejahî bigire".

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio tekez kir ku Amerîka hikûmeta Nicolas Maduro nas nake ku ew wî bi sextekarîyê di hilbijartinên 2024an de tawanbar dike û hikûmeta Venezuelayê wekî "rêxistineke veguhastinê" bi nav kir ku bi eşkereyî alîkariya bazirganên madeyên hişbir dike.

Venezuelayî li ser amadekariyên şer hişyariyê dide

Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro îdia kir ku hikûmeta Amerîkayê hewl dide ku şerekî li dijî wî "dest pê bike". Hikûmeta Venezuelayê herwiha ragihand ku hejmareke mezin ji karmendên leşkerî û sivîl wekî beşek ji amadekariyên parastinê li dijî êrîşeke muhtemel a Amerîkayê xistiye rewşa amadebaşiyê.