Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Ebû Kasra bi Yevkurov re civiya

Dîroka Weşanê :
Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Ebû Kasra bi Yevkurov re civiya

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Wezîrê Parastinê yê Hikûmeta Demkî, Murhaf Ebû Kasra, bi şandeyeke payebilind a bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Yunus-Bek Yevkurov re civiya.

Li gorî raporeke ajansa nûçeyan a fermî ya hikûmeta demkî, SANA, Wezîr Ebû Kasra li Şamê bi şandeya Rûsyayê ya bi serokatiya Yevkurov re civiya.

HEVKARIYA LEŞKERÎ Û HEVKARÎNASYON HAT NÎQAŞKIRIN

Di raporê de hat ragihandin ku di civînê de qadên hevkariya leşkerî ya di navbera her du welatan de hatine nîqaşkirin û herwiha xurtkirina mekanîzmayên hevrêzkirinê ji bo xizmetkirina berjewendî û armancên hevpar jî hatiye nîqaşkirin.