Li 13 bajarên Bakurê Kurdistanê ji ber berfê perwerde hat rawestandin

Dîroka Weşanê :
Li 13 bajarên Bakurê Kurdistanê ji ber berfê perwerde hat rawestandin

PeyamaKurd – ber pêleke dijwar a berfê û sermaya zêde ku li piraniya Kurdistanê serwer ew, li 13 bajarên Bakurê Kurdistanê û perwerde ji bo rojekê hat rawestandin. 

Parêzgarên bajaran ragihand ku ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê û qeşayê, ji dibistanên seretayî heta lîseyan hemû saziyên perwerdeyê hatine girtin.

Bajarên Bakurê Kurdistanê yên ku perwerde lê hatine rawestandin ev in: Amed, Riha, Sêrt, Bedlîs, Mûş, Dêrsim, Wan, Xarpêt, Mêrdîn, Êlih, Colemêrg, Şirnex û Çewlîg. Hat diyarkirin ku ji ber heman sedemê, fermanberên astengdar û jinên ducanî yên ku di saziyên dewletê de dixebitin jî ji bo rojekê di destûra îdarî de têne hesibandin.

Li aliyê din, barîna berfê jiyana rojane li gundan bi temamî rawestandiye. Li gorî agahiyên herêmî, li seranserê Bakurê Kurdistanê rêyên bi hezaran gundan li ber hatûçûnê hatine girtin. Her çend tîmên şaredarî û rêveberiyên taybet bi şev û roj xebatên berfmalînê dimeşînin jî, ji ber bahoz û qeşayê vekirina rêyan bi zehmetî pêk tê. 

Rayedaran hişyarî da welatiyan ku li dijî metirsiya herifîna berfê (aşît) baldar bin û heta ku neçar nebin bi wesayîtên xwe dernekevin rêyên dervayî bajêr.