PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump li eyaleta Floridayê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahû re civiya û derbarê gefên Îranê de hişyariyên pir tund dan Tehranê. Trump diyar kir ku ew ji nêz ve çavdêriya tevgerên Îranê dikin û ragihand ku eger Tehran hewl bide binesaziya xwe ya atomî nû bike an jî bernameya xwe ya mûşekî pêş bixe, welatê wî amade ye êrîşên leşkerî yên "hilweşîner" bibe ser navendên atomî.
Trump tekez kir ku di rewşeke wiha de bersiva Washingtonê dê "pir bilez û tund" be û ew ê nehêlin Îran bibe xwedî çekên navokî.
Ji bilî mijara Îranê, Trump peyameke tund ji bo Tevgera Hemasê jî şand û bang li wan kir ku çekên xwe deynin û dest ji şer berden. Trump destnîşan kir ku eger Hemas vê daxwazê cih neyne, dê "baceke giran" bide. Di hevdîtina her du lîderan de hat ragihandin ku Amerîka û Îsraîl li ser avakirina "eniyeke hevbeş" a li dijî Îran û Hamasê li hev kirine.
Di civînê de her du aliyan her wiha li ser qonaxa duyemîn a peymana agirbestê ya li Xezeyê û çarenivîsa herêmê gotûbêj kirin. Trump diyar kir ku parastina ewlehiya Îsraîlê ji bo wan pêşengiyeke stratejîk e û ew ê bi her awayî piştgiriyê bidin parastina herêmê ji gefên derve. Tevî van hişyariyên tund jî, Trump anî ziman ku deriyê dîplomasiyê hîn bi temamî nehatiye girtin.