Li 14 girtîgehên Îranê 26 girtî hatin îdamkirin

Dîroka Weşanê :
Li 14 girtîgehên Îranê 26 girtî hatin îdamkirin

PeyamaKurd- Saziyên mefên mirovan ên Îranê ragihandin ku di 14 girtîgehan de 26 girtiyên ji dozên edlî dihatin darizandin hetine darvekirin.

Girtiyên ku hatine darvekirin û navên wan hatine zanîn ev in: Shahriar Farahani, Manoochehr Mehrabi, Nasser Hosseini, Behrouz Hazrati, Fardin Kalami, Mohammadali Moridan, Amin Nasiri, Sajjad Dousti, Peyman Shiri, Hikmat Daryaei, Mostafa Minavand, Shahab Karami, Nemat Mehraban, Azim Nourzad, Noushad Alipour, Shahrouz Hosseini, Yousef Eini, Meysam Rafiei, Jaber Mohammadi, Payam Nouri, Omid Hatami, Samir Ajamloo, Iman Nejati, Ghorban Rashidi, Kourosh Zamani û Kianoush Rostami. 

Li gorî rapora ku hatiye weşandin rayedarên rejîmê darvekirina van girtiyan ragihandine.

Li gor rapora saziya mafên mirovan ya salane, di 2025an de li Îranê herî kêm 2 hezar û 63 kes hatine darvekirin. Li gorî vê raporê rêjeya cezayên darvekirinê li gorî 2024an li Îranê ji sedî 119 de zêde bûye. Herwiha ji bo ku darvekirina girtiyan ji raya giştî tê veşartin û girtiyên tên darvekirin mafên wan ên dîtin û gotina dawî bi malbatên wan re jî ji destê wan tê standin.