PeyamaKurd – Li Rûsyayê li herêma Orenburgê balafira Rûsyayê ya perwedê ket û 3 kesên di balafirê de bûn mirin. Sedema ketina balafirê nehat zanîn.
Rayedar ragihandin ku di balafirê de ajotvanekî perwerdekar û 2 xwendevanên wî hebûne.
Gelek tîmên lêgerînê û rizgarkirinê çûne ciyê bûyerê lê piştî temamkirina lêkolînê wê li ser sedema ketina balafirê karibin agahiyekî bidin.