Trump: Kanada dikare bi eyaleta me ya 51em û Grönland jî bibe ya 52em

Dîroka Weşanê :
Trump: Kanada dikare bi eyaleta me ya 51em û Grönland jî bibe ya 52em

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump di dawetekî taybet de, car din bi gotinên xwe kete rojevê. Trump dema bi henekl got ku Kanada dikare bibe eyaleta Amerîkayê ya 51em û Grönland jî dikare bibe eyaleta 52em, gotinên Trump di wextekî kurt de ket ser çapemeniya DYAyê û ya navdewletî.

Trump, Venezuelayê jî ji bîr nekir û got ku ew jî dikare bibe eyaleta DYAyê ya 53em. Dema Trump behsa Grönlandê û Venezuelayê kir, ragihand ku her dû welat jî bo DYAyê ciyên stratejik in.

Çapemeniya DYAyê li ser gotinên Trump şiroveyan kir û got ku bi van gotinan Trump ti pêşniyarekî fermî nekiriye, tenê di dawetekî taybet de axaftinekî mîzahî kiriye. Trump jî di wexta axaftina xwe de gotibû ku ew bi henek wan gotinan kiriye.