Li Idlibê teqîn: 5 kustî û gelek birîndar hene

Dîroka Weşanê :
Li Idlibê teqîn: 5 kustî û gelek birîndar hene

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku li bajarokê Kefer Tixarîm ê gundewarê Idlibê teqînek pêk hat û di encamê de 5 kes hatin kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûn

Hate zanîn ku ji bilî ziyanên canî, gelek avahiyên xelkê jî zirar dîtin.

Dengê teqînê li seranserê bajêr hat bihîstin ku hîn sedema teqînê ne diyar e.

Çavdêriya Mafê Mirovan (SOHR) ragihand ku teqîn li depoyeke cebilxaneyê ya yek ji komên çekdar pêk hatiye ku ev depo jî li nava malên welatiyan bû.