PDKê ji bo aliyên Iraqî nêzî hev bike komîteyek ava kir

Dîroka Weşanê :
PDKê ji bo aliyên Iraqî nêzî hev bike komîteyek ava kir

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) piştî hilbijartinên parlamentoya Iraqê bi mebesta nêzîk kirin aliyên siyasî yên Iraqê ji bo bilez avakirina hikûmeta nû komîteyek ava kiriye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî eşkere kir, “PDKê pêşengî kiriye û komîteyek ava kiriye, serdana aliyan dike da ku em bikarin bi kêmî ve wan nêzîkî hev bikin û biryarên li gorî berjewendiya Herêma Kurdistanê bidin."

Mesrûr Barzanî got, "Rênimayên cenabê Serok Barzanî eşkere ne ku, helwest an jî yekhelwestiya hêzên Kurdî bi taybetî li Iraqa federal li ber çavan bên wergirtin.”

Herwiha li ser yekalînebûna posta Serokomarê Iraqê jî got: “Em bi hemû rengan tekez dikin ku ev post ji bo Kurdan be, lê divê di navbera Kurdan de lihevkirinek çêbibe. Hêj bi tu rengan ji bo aliyekî yekalî nebûye.”