Mesrûr Barzanî: Pir kêfxwesim ku li Kurdistanê telefon û tabletên zîrek têne çêkirin

Dîroka Weşanê :
Mesrûr Barzanî: Pir kêfxwesim ku li Kurdistanê telefon û tabletên zîrek têne çêkirin

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 26ê Mijdarê kevirê bingehîn ê kargeheke nû ya teknolojiyê danî û ragihand, piraniya karmendên wê ciwanên Herêma Kurdistanê ne.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 26ê Mijdarê di merasîma danîna kevirê bingehîn ê kargeha "Teknolojiya Zêrîn 2" de gotarek pêşkêş kir û got: "Ez kêfxweş im ku kerta pîşesaziyê li Herêma Kurdistanê gihîştiye wê astê ku em karibin li vir telefonên mobîl û tabletên zîrek çêbikin."

Serokwezîr hêviya xwe nîşan da ku di pêngavên bê de, tevahiya proseya çêkirina van amûrên zîrek, ji destpêkê heta dawiyê, li Herêma Kurdistanê bê encamdan.

Derbarê hevkariya navneteweyî û hêza kar de, Mesrûr Barzanî got: "Ev pêngav bi hevkariya kompaniyên biyanî bûye ku zanisteke zêdetir tînin vê derê. Lê ya ku ez herî zêde kêfxweş kirim, şiyana ciwanên me bi xwe ye; ji ber ku piraniya wan ciwanên ku di vê kargehê de kar dikin, ciwanên Herêma Kurdistanê ne."

Gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Amadebûyên hêja

Hûn pir bi xêr hatin û spasiya amadebûna we hemûyan dikim.

Ez dilxweş im ku ji bo danîna kevirê bingehîn ê beşa duyem a vê kompaniyê li gel we me, ku "ZMC Group" xwedîtiya wê dike. Ez spasiya Kak Omer dikim ji bo çêkirina wan amûrên teknolojîk ên ku li vê kompaniyê bi hevkariya kompaniya Transsion a Çînî, telefonên Infinix û tabletan berhem tînin.

Bi rastî, ev cure karên pîşesazî yên ku li Herêma Kurdistanê dest pê kirine, beşek in ji hewldanên Hikûmeta Herêmê ji bo curbecurkirina aboriya Herêma Kurdistanê. Me ji hemû aliyan ve hewl daye ku em aboriya xwe curbecur bikin û giringiyê bi hemû kertan bidin. Bêguman kerta pîşesaziyê jî yek ji wan kertan e ku dikare herî zêde derfetên kar ji bo xelkê Kurdistanê biafirîne.

Ez destxweşiyê li Kak Omer û hemû veberhênerên din dikim ku li Kurdistanê kar û veberhênanê dikin. Hem ji bo pêşxistina aboriya Kurdistanê, hem ji bo afirandina derfetên kar ên zêdetir ji bo ciwanên me û hem jî ew bixwe bêguman dê ji berfirehkirina karên xwe yên bazirganî sûdmend bibin.

Tiştê ku me îro dît cihê dilxweşiyê bû, ji ber ku piraniya wê hêza ku kar dikir, ew birêzên ku li ser van amûran kar dikirin, hemû hêza navxweyî bûn. Hemû ciwanên bi şiyan ên navxweyî yên Herêma Kurdistanê bûn. Dibe ku çend pisporên biyanî jî bi wan re bin; lê her dem pêdiviya me bi pisporî û zanista dostên me yên li derve heye ku alîkariya me bikin, zanista nû bînin Herêma Kurdistanê, da ku em jî karibin zêdetir sûdê ji ezmûna wan werbigirin. Lê afirandina van hemû derfetên kar, bêguman barekî giran ji ser milê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî radike.

Tiştê ku min bihîstiye, heta niha zêdetirî 100 derfetên kar ji bo wan ciwanên ku li vir kar dikin hatine afirandin, lê bi berfirehkirina karên wan, hem berhemên wan ji sînorê 45 hezar amûran mehane zêde dibe bo zêdetirî 100 hezarî, hem jî derfetên kar ji 100 kesî derdikeve zêdetirî 400 kesî.

Hêvîdar im hemû veberhênerên din jî çav li van cure karan bikin û veberhênanên zêdetir li Kurdistanê bikin, da ku em bi hev re welatekî xweştir û avadantir ji bo hemûyan ava bikin.

Cihê wê ye ku ez spasiya Birêz Konsulê Giştî yê Çînê bikim ji bo piştgirî û piştevaniya wan a berdewam li wan kompaniyên Çînî ku li Herêma Kurdistanê kar dikin. 

Spas û destxweşiyê li Desteya Veberhênanê dikim ku alîkar û piştevaniya van cure karan in û destxweşiyê li Wezareta Pîşesaziyê dikim ji bo wan hêsankariyên ku dikin, da ku em karibin kerta pîşesaziyê li Herêma Kurdistanê bigihînin asteke din.

Me di hemû gotûbêjên xwe yên li gel dostên xwe, li gel konsulxane, balyoz û kompaniyên biyanî de, her dem hewl daye û daxwaz ji wan kiriye ku bifikirin beşek ji karên xwe û çêkirina amûrên xwe bînin Herêma Kurdistanê. Bi vê yekê hem ew bixwe sûdmend dibin, ji ber ku me hêzeke karîger û şiyana ciwanan heye ku dikarin bidin xebitandin, hem jî ji aliyê aborî ve dikarin sûdmend bin, ji ber ku ez wisa difikirim ku berhemhênan li Herêma Kurdistanê dibe ku gelek erzantir ji bo wan biqede.

Ev cure berhemên ku me îro dîtin, bêguman bi nirxekî guncaw dikevin ber destê welatiyan, ne tenê li Herêma Kurdistanê, belkî tişta min bihîstiye, hinardeyî cihên din jî tên kirin. Ez hêvîdar im di pêşketin û serkeftinê de berdewam bin.

Em dixwazin kerta pîşesaziyê jî wekî hemû kertên din zêdetir pêş bixin û ji bo vê jî pêdiviya me bi ezmûna biyanî heye, pêdiviya me bi wê heye ku ew teknolojiya pêşketîtir a welatên xwe bînin Herêma Kurdistanê. Hem ji aliyekî ve di destpêkê de dikarin di hevxistin û komkirina amûran de alîkariya me bikin û beşek ji karên xwe veguhezin Herêma Kurdistanê, lê di paşerojê de hêviya me ew e ku em karibin bi wan keresteyên xav ên sirûştî yên li Herêma Kurdistanê hene, em karibin gelek ji wan amûrên teknolojîk ên ku pêwîst in, li Herêma Kurdistanê berhem bînin û kargeh ji serî heta dawî hemû berhema navxweyî ya Herêma Kurdistanê be.

Bi hêviya wê rojê, em ê di xizmeta we de bin. Hêvîdar im hûn hemû serkeftî bin û hêviya serkeftinê ji bo hemû veberhêneran dixwazim û we piştrast dikim ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê di piştevaniya we de berdewam be. Hûn her serkeftî bin, her tendurist bin û Kurdistana me jî her avadan be.