Li Îranê 3 erdhej li pey hev çêbûn

Dîroka Weşanê :
Li Îranê 3 erdhej li pey hev çêbûn

PeyamaKurd- Ajansa Nûçeyan a Mehrê ya Îranê ragihand ku li bajarê Behabad ê li parêzgeha Yezd a navenda Îranê 3 erdhej li pey hev çêbûn. 

Hate diyarkirin, erdheja yekem li demjimêr 01.11ê sibeha bi pîleya 4.9 û kûrahiya 15 kîlometreyan de çêbû. Piştî 2 deqeyan erdhejeke din bi pileya 5.1 û kûrahiya 12 kîlometreyan de çêbû. Erdheja sêyemîn jî li demjimêr 01.42yan bi pileya 3.2 û kûrahiya 8 kîlometreyan rû da.

Hate ragihandin ku tîmên Heya Sor ji bo lêkolîna xisarên erdhejan berê xwe dane wan herêman.