Konfederasyona Dîasporayê: Sermezarkirin têrê nake

Dîroka Weşanê :
Konfederasyona Dîasporayê: Sermezarkirin têrê nake

PeyamaKurd – Serokê Konfederasyona Dîasporaya Kurdistanê Îsmaîl Kamil, êrîşa li ser zeviya gaza Kormorê wekî "derbeyek li dilê aboriyê" û "sûcekî li dijî mirovahiyê" binav kir.

"Kurdistanê bi tenê nehêlin"

Kamil destnîşan kir ku tenê şermezarkirin birînan derman nake û bêdengiya civaka navneteweyî cesaretê dide komên neqanûnî. Wî got:

Herêma Kurdistanê ya ku li dijî terorê canê xwe feda kiriye, divê îro li hember terorîzmê bi tenê neyê hiştin."

Hat ragihandin ku di 26ê Mijdarê de bi dronan êrîşî Kormorê hatibû kirin û ji ber vê yekê hilberîna gazê bi awayekî demkî hatiye rawestandin.