Serokê Sûriyê banga derketina qadan kir

Dîroka Weşanê :
Serokê Sûriyê banga derketina qadan kir

PeyamaKurd- Serokomarê hikûmeta demkî ya Sûriyê Ehmed Şera, bang li hemû pêkhateyên Sûriyê kir ku li qad û meydanan "hevgirtina niştîmanî" diyar bikin.

Şara, di gotarekê de salvegera yekem a destpêkirina "Şerê Redi' El-Idwan" pîroz kir û got ku bi vê boneyê ew bang li hemû pêkhateyên Sûriyê dike ku derkevin qadan û kêfxweşiya xwe bi vî "şerê mezin" nîşan bidin.

Şara got, "Hevgirtin û yekbûna niştîmanî û silametiya xaka Sûriyê diyar bikin".

Hêjayî gotinê ye, di çend rojên dawî de bi taybet di nav pêkhateya Elewî de nerazîbûneke zêde ji rêveberiya Şara heye û li gelek bajaran xwepêşandanên protestoyî têne kirin.

27ê Mijdara sala 2024an komên çekdar bi serkirdayetiya "Desteya Tehrîr El-Şem-HTŞ" dest bi "Şerê Redi' El-Idwan" kir, û di 8ê Komûna 2024an de jî bi hilweşandina Rejîma Esed re desthilata welêt bi dest xistibû.