PeyamaKurd – Di encama operasyoneke hevbeş a Teşkilata Îstîxbarata Neteweyî ya Tirk (MÎT) û polîsan de, şaneyeke sîxuriyê ya ser bi Îranê ve hat dîtin.
Di operasyonê de 6 gumanbar hatin binçavkirin ku tê îdiakirin agahiyên krîtîk ên leşkerî dane îstîxbarata Îranê.
Li gorî hûrgiliyên lêpirsînê, vê şaneyê agahiyên derbarê Baregeha Hewayî ya Încîrlîkê û sewqiyatên balafirên bêmirov (SÎHA/UAV) berhev kirine.
Her wiha hat ragihandin ku vê komê amadekariya avakirina "tîmên sûîqestê" jî dikir. Di nav van kesan de ku hatine girtin xwediyên şîrketên pîşesaziya parastinê û karsazên tekstîlê hene.
Hat eşkerekirin ku serokên vê şaneyê du endamên îstîxbarata Îranê ne ku bi navên kod "Hacî" (Necef Rostemî) û "Doktor" (Mehdî Yekeh Dehgan) têne naskirin. Gumanbar ji bo lêpirsînê sewqî Stenbolê hatin kirin.