PeyamaKurd- Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, li Parîsê bi Serokwezîra Danîmarkayê Mette Frederiksen û Serokwezîrê Gronlandê Jens-Frederik Nielsen re civiya.
Di vê hevdîtinê de mijarên wekî ewlehiya herêma Arktîkê, rola NATOyê, stratejiya Yekîtiya Ewropayê (YE) û hevkariya aborî ya bi Gronlandê re hatin gotûbêjkirin.
Macron di civîna rojnamevanî de diyar kir ku divê YE îsal stratejiya xwe ya Arktîkê ji nû ve binirxîne û destnîşan kir ku li hemberî hebûna Rûsya û Çînê ya li herêmê, rewşa Gronlandê ji bo hemû Ewropayê banga hişyariyeke stratejîk e.
Herwiha Macron piştgiriya xwe ji bo serwerî û yekparçeyiya xaka Danîmarkayê anî ziman û da zanîn ku ew piştgiriyê didin zêdekirina hebûna NATOyê li Arktîkê.