Berf û bahozê Geverê sipî kir

Dîroka Weşanê :
Berf û bahozê Geverê sipî kir

PeyamaKurd – Li bajarê Hakkriyê li navça Geverê berf û bahoz kir ku Gever sipî dike. Hemwelatî di çûn û hatina mala xwe û ajotina erebeyan de gelek zahmetî dikşînin.

Qaliniya berfê gelek zêde bûye û rayedar dibêjin heya kes mecbûr nemîne, bila dernê derve.

Gelek erebe ji berfê di rê de man heya alavên şaredariyê rêyan paqij kirin û erebeyên di rê de mabûn, wan birin ciyê dixwestin.