PeyamaKurd- Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku danûstandinên îro 6ê Sibatê yên di navbera Îran û Amerîkayê de li Umanê pêk hatin, bi dawî bûn.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNAyê, "Gera nû ya danûstandinên nukleerî yên Îran-Amerîkayê ku vê sibehê li Mesqet a Umanê dest pê kir, bi dawî bû."
Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî da zanîn ku danûstandinên bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re di "atmosfêreke pir erênî" de derbas bûn û diyaloga li Mesqetê pêk hatiye bi başî pênase kir. Eraqçî got, "Ev destpêka rêveçûna danûstandinên di navbera her du aliyan de ye."