PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi helkefta sêyemîn salvegera erdheja 6ê Sibata 2023yan peyameke hevxemiyê belav kir û ragihand ku êşa wê karesatê hîn di dilê wan de zindî ye.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo sêyemîn salvegera erdheja wêranker a 6ê Sibata 2023yan ku navenda wê Mereş bû û li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bû sedema karesateke mezin, peyamek belav kir.
Barzanî di peyama xwe de sersaxî ji bo malbatên qurbaniyan xwest û bal kişand ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê di rojên herî dijwar de bi hemû şiyanên xwe li gel birayên xwe rawestiyaye.
Nêçîrvan Barzanî got: "Di vê roja xemgîn de, em careke din hevxemiya xwe bi gelê Tirkiyeyê û bi taybetî bi malbatên qurbaniyan re radigihînin. Xemên we xemên me ne."
Hêjayî bibîrxistinê ye, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî yekem saziya alîkariyê bû ku 7ê Sibatê derbasî Bakurê Kurdistanê bû û beşdarî rizgarkirina qurbaniyên erdhejê bû. Di erdheja wêranker de, zêdetirî 53 hezar welatîyan can dabû û bi sed hezaran xanî wêran bûn.