PeyamaKurd – Pêvajoya danûstandinên di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de bi navbeynkariya Siltantiya Omanê bi awayekî nerasterast dest pê kir.
Li gorî agahiyan, Wezîrê Derve yê Omanê Bedr bin Hemed el-Bûsaîdî, li qesreke li Muscatê bi şandeyên her du welatan re civînên cuda li dar xistin.
Dema ku karwanê Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî ji qesrê derdiket, hatina Nûnerê Taybet Steve Witkoff û zavayê Trump Jared Kushner bala xelkê kişand.
Wezareta Derve ya Omanê ragihand ku ev hevdîtinên nerasterast “ji bo afirandina şert û mercên guncaw ji bo ji nû ve destpêkirina danûstandinên dîplomatîk û teknîkî” tên kirin.
Ev dîplomasî di bin siya gefên Donald Trump û şerê Hezîrana 2025an de birêve diçe.
Ebas Araqçî beriya hevdîtinan tekez kir ku ew “bêyî ku bîranînên sala borî ji bîr bikin” diçin ser maseyê û diyar kir ku “wekhevî, rêzgirtina hevbeş û berjewendiyên hevbeş” ji bo peymaneke mayînde mecbûrî ne.
Welatên herêmê bi fikar in ku eger mizakere têk biçin, rageşiya leşkerî veguhere şerekî herêmî yê berfireh.