Komên girêdayî Şamê dorpêça ser Kobaniyê didomînin: Na nemaye

Dîroka Weşanê :
Komên girêdayî Şamê dorpêça ser Kobaniyê didomînin: Na nemaye

PeyamaKurd- Hate ragihandin, ji ber komên çekdarên girêdayî Şamê yên li gundewarên Kobaniyê pabendî rêkeftina 30yê Çileyê nabin, dorpêça ser bajêr berdewam dike ku 20 roj çêbû.

Xelkê Kobaniyê radigihîne ku ard û sotemeniya firneyan ber bi xelasbûnê ve diçe.

Herwiha li bajêr gelek koçber hene û firneyên bajêr rûbirûyî zexteke zêde bûne da ku pêdiviya xeykê bajêr û koçberan dabîn bikin.

Ji bo nan welatî dikevin dorên dirêj ku heta nan bistînin. Herwiha gelek kes jî bê nan neçar dimînin vegerin malên xwe.

Hêjayî gotinê ye, tevî ku karûbarên entegrasyona HSDê û hikûmeta Sûriyê berdewam dikin jî berpirsên hinek komên çekdar pabendî rêkeftinê nabin û dorpêça li ser bajêr ranakin.